Neteweyên Yekbûyî ji bo metirsiya korona ya li Kampa Holê hisyarî da!

09 May 2021 20:23 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî ji bo metirsiya korona ya li Kampa Holê hisyarî da!

PeyamaKurd - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stéphane Dujarric, bi daxuyaniyekê bal kişand ser metirsiya belavbûna zêde ya vîrusa koronayê li Kampa Holê ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û bi deh hezaran malbatên DAIŞê tê de dimînin.

Dujarric di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, ew ji bilindbûna rewşên pêketiyên koronayê yên li tevahîya Sûriyê ku di nav de jî Kampa Holê bi fikar in.

Dujarric ji bo kampa Holê hişyarî da û got, NY û rêxistinên mirovî baş ji bo rewşa kampa Holê dixebitin û pêdiviyên tenduristî pêşkêş dikin.

Berdevekê NY li ser vegerandina welatên wan a kesên di kampê de dimînin jî bang kir ku çi kes ji bo welatekî sêyemîn were şandin, divê bi awayekî ewle û ne bi darê zorê be.