Wê endamên Neteweyên Yekbûyî li Hewlêrê tedawiya koronayê bistînin

25 August 2020 17:34 0 dîtin
Wê endamên Neteweyên Yekbûyî li Hewlêrê tedawiya koronayê bistînin

PeyamaKurd – Piştî civîna Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ya ligel konsûlê Amerîka û nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) hat ragihandin ku WHOyê bi nirxê 800 hezar dolaran kelûpelên tenduristiyê pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike. 

Herwiha hat diyarkirin ku her çi kesê ji nûner û endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê bi koronayê bikeve, wê li Hewlêrê çareseriya pizîşkî bistîne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di civîna hevbeş a rojnamevanî de got, her endamekî stafê Netewên Yekbûyî li Iraqê bi vîrûsa Koronayê bikeve, dê bê li Hewlêrê çareseriyê werbigire.

Berzincî diyar kir, ji bo çareserkirina wan pêketiyan, bi hevahengiya her du aliyan nexweşxaneyek tê terxankirin û wiha axivî:

“Şandina nexweşên Netewên Yekgirtî, baweriyeke mezin e. Di heman demê de pireyeke pêwendiyan a bihêz ji bo piştevaniya rêxistinên Netewên Yekgirtî dirust dike. Em wek Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê me soz daye ku xizmetguzariyan pêşkêş bikin.”

Hêjayî gotinê ye, bi hevahengiya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û Konsolxaneya Amerîka, 6 ambulans, hejmarek ji pêwîstiyên bijîşkî, hin amûreyên dirustkirina oksîjenê ji beşên çavdêriya hûrbînî re, pêwîstiyên testkirina Covid-19, hin pêwîstiyên xweparastinê ji nexweşxaneyan re û hin pêwîstiyên din ku bi 800 hezar Dolar tê texmînkirin , ji Wezareta Tenduristiyê re peyda kirin.

Konsûlê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller di civîna rojnamevanî de, ragihand ku ew 6 ambulans ji bo xizmeta penaberên Sûrî li parêzgeha Hewlêrê, Silêmanî û Duhokê ne û ji bo komelgehên li nêzîkî wan in.

Waller got: “Spasiyeke bêpaye ji karmend û tîmên tenduristiyê li Herêma Kurdistanê û seranserê cîhanê dikim ku ji bo selametiya me bê navber kar dikin.”