Neteweyên Yekbûyî: Sandina wan, tawanê ser e!

17 March 2023 15:30 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî: Sandina wan, tawanê ser e!

PeyamaKurd- Lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî ragihand ku derxistina bi zorê ya Rusyayê ya zarokên Ukraynî ji herêmên di bin kontrola xwe, tawanê şer e.

Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Ukraynayê ragihand ku delîl hene ku bi sedan zarokên Ukraynayî bi awayekî neqanûnî bo Rusyayê hatine veguhestin.

Di raporta komîsyonê de hat diyarkirin ku Rusyayê li Ukraynayê sûcên şer ên din kirine û di nav van de êrîşên li ser nexweşxaneyan, êşkence, destavêtin û kuştinên bi qestî hene.

Ji aliyê hikûmeta Ukraynayê ve jî daneyên fermî hatin ragihandin ku hejmara zarokên ku bi zorê birin Rusyayê, 16 hezar û 221 e.

Her wiha di raporê de tê gotin ku Rusyayê polîtîkayên wekî dayîna hemwelatiya Rusyayê û bicihkirina zarokan di malbatên xwedîkar de "ji bo afirandina çarçoveyeke ku tê de hin zarok dikarin herdemî li Rusyayê bimînin" dane destpêkirin.

Lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku her çend divê veguheztin demkî be jî ew dem dirêj dibin ji ber ku hem dayîk û bab hem jî zarok bi "gelek astengên têkiliyê re rû bi rû ne.

Di raporê de hat eşkerekirin ku dersînorkirina bi darê zorê ya zarokên Ukraynayê "zagona mirovî ya navneteweyî binpê dike û tawanê şer e.”