Nexserêya NY nehat pejirandin: Pêvajoya agirbesta bi Hûsiyan re rawestiya
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Karûbarên Yemenê Hans Grundberg, ragihand ku ji bo agirbesta bi Hûsiyan nexşe rêyek pêşkeş kiribû. Hate ragihandin ku piştî êrîşên Hûsiyan ên li Deryaya Sor proseya agirbestê hatiye rawestandin.
Serokwezîrê Yemenê Avad Bin Mubarek ragihand ku pêvajoya nexşerêyê ji ber êrîşên zêde yên Husiyan li Behra Sor hatiye rawestandin.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokwezîrtiya Hikûmeta Yemenê, proseya agirbestê ji ber zêdebûna êrîşên Hûsiyan li Deryaya Sor û metirsiya li ser keştiyên navneteweyî hatiye rawestandin.
Hêjayî gotinê ye, Nûnerê NY yê Yemenê Grundberg beriya niha ragihandibû ku hikûmeta Yemenê û Hûsiyan wê rêze tedbîran di çarçoveya nexşerêya ku tê de agirbesteke berfireh li seranserê welêt û başbûna rewşa aborî ya Yemenê bigirin.
Grundberg 14ê adarê jî bal kişand ser ku aloziya li Yemenê zêde dibe û ji bo pêşîgirtina vê rewşê pêwîste her tişt bê kirin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin