Nijadperestên Tirk êrîsî malbateka Kurd a Hewlêrî kirin
PeyamaKurd – Nijadperestên Tirk, li bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê, êrîşî malbateka Kurd a Hewlêrî kirin.
Li gor rojnamevan û aktîvîstê Kurd Mihemed Emîn Demîr li ser rûpela xwe ya twîtterê diyar kiriye, do li bajarê Mêrsînê malbateke Kurd a Hewlêrî, ku bo geriyanê çûbûn Tirkiyê, rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatin.
Demir da zanîn, di encama wê êrîşê de, du endamên malbata ku ji 4 kesan pêk tê birîndar bûne û rewşa yekê ne baş e.
Aktîvîstê Kurd herwiha destnîşan kir, nijadperest dema dibînin plaka otomobîla wê malbatê Hewlêr (EBL) e û malbat jî Kurd e, êrîş dikin û li wan didin.
Beşek ji twîta wî rojnamevanê Kurd li ser wê rûdanê:
“Ji malbatê re gotine hûn Kurd in an Tirkmen, piştî ku zanibûne Kurd in, li wan xistine. Zarokê 12-13 salî jî birîndar kirine. Xwestine mêrik ji kendalê bavêjin û bikujin. 4 kes bûne, li jin û zarokên din jî xistine.” <
>Îro li Mersînê faşîstan êrîşî malbateke kurd ya Hewlêrî ya geştyar kirin. Sedem tenê ew bû ku plakaya erebeyê ya Hewlêr bû û malbat kurd bûn. Plakaya erebeya êrîşkaran jî diyare. Salane bi mîlyonan geştyarên biyanî diçin Mêrsînê we qet bihîst ku êrîşî hinekên din kirin. pic.twitter.com/S1xn0P2kUK
— M.Emin Demir - محەمەد ئەمین (@MEminDemr) May 13, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin