Nirxandin: Gelo Tevgera Sedr amadekariyên vegera li siyasetê dike?

13 September 2024 15:53 0 dîtin
Nirxandin: Gelo Tevgera Sedr amadekariyên vegera li siyasetê dike?

PeyamaKurd - Piştî dûrbûna du salan a ji siyasetê ya Tevgera Niştîmanî ya Şîayan (Tevgera Sedr) hate angaştin ku tevger li rêyekê digere ku li siyasetê vegere û beşdarî hilbijartinên  dawiya sala bê bibe.

Tê gotin ku ev di demeke Rêberê Tevgera Sedr Muqteda el-Sedr niyeta xwe ya ji bo vegera li siyasetê ku alîgirên wê li bendêne ranegihandiye, lê belê pêşbînî tê kirin ku Tevgera Sedr, xwe ji bo hilbijartinên parlamena Iraqê re amade dike.

Îsam Feylî: Pêdiviya pêvajoya siyasî bi vegera Tevgera Sedr heye

Şirovekerê Siyasetê Îsam Feylî di derbarê vegera Tevgera Sed a pêvajoya siyasî de raya xwe wiha anî ziman:

“Pêdiviya pêvajoya siyasî ya Iraqê bi vegera Tevgera Sedr ku xwedî bingeheke berfireh a civakî ye. Pêwendiya hin aliyên nav tevgerê heta niha jî bi Sedriyan re didome. Bi vê hêviyê ku bi Sedr re hevpeymaniyekê bikin, herwiha aliyên Sunî jî hest bi valahiya nebûna Sediriyan dikin. Di vê dema ku qanûna hilbijartinan li bo hilbijartinên parêzgehan û li gorî qanûna nû ya Sant Lîgo ya bazinên hilbijartinan ji 83 bazinan ji bo 18 bazinan hatiye guhertin, niha pêşniyara sererastkirina nû ya qanûna hilbijartinan tê kirin ku sîstema Sant Lîgo ya 1.7 ji bo 1.9 bê guhertin. Ev guhertin bi dilê Tevgera Sedr e û hejmareke aliyên Şîa yên nav tevgerê hevahengiyê jî bi tevgerê re dikin û armanca wê sererastkirinê jî ji bo sinorkirina alîgirên Serokwezîrê Iraqê ya di hilbijartinên bê de ye."

Nasir Dureyd: Tevger bi mîsogerî li siyasetê vedigere

Lêkolerê Karûbarên Siyasî yê Iraqî Nasir Dureyd jî di derbarê mijarê de vê şîroveyê kir:

“Bi mîsogerî Tevgera Sedr li siyasetê vedigere û tevlî hilbijartiên bê dibe. Çavê Sedriyan li wê yekê ye ku piraniya kursiyên Parlamena Iraqê ku ev çend sal in xelalê wê dikin, bi dest bixin. Muqteda el-Sedr li ser wê yekê nafikire ku bi aliyên Şîa yên desthilatdar re hevpeymaniyekê çêbike. Belkî dixwaze di hikûmeta bê de yekane nûnera Şîayan be û careke din bi dostên xwe yên berê re hevpeymaniyekê pêk bîne.”