Tevgera Sedr: Vegera parlamenteran bo parlamentoyê qedexe ye!
PeyamaKurd – Wezîrê Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, Salih Mihemed Iraqî, di peyama dawî ya ku belav kiriye de got ku ne mimkun ew ligel Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîe hevnêrîn bin û ragihand, vegera parlamenterên Tevgera Sedr bo nav parlamentoyê qedexe ye.
Di peyamê de hatiye destnîşankirin ku ew dê ti carî bi Çarçoveya Hemahengiyê re hevnêrîn nebin û li ser hilweşandina parlamentoya Iraqê jî got: "Wê Parlamentoya Iraqê bi vekişîna partiyên Kurd û Sûnî were hilweşandin.”
Iraqî dubare destnîşan kir ku wê parlamentarên wan venegerin nav parlamentoyê.
Ev peyama Tevgera Sedr piştî ku Dadgeha Federal biryar da ku hilweşandina parlamentoyê ne erka wan e hat dayîn ku berî niha Muqteda Sedr banga hilweşandina parlamentoyê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin