Nirxê lîreyê Tirk dikeve, heyîyên Banka Navendî daket asta 21 sal berê

18 May 2023 19:00 0 dîtin
Nirxê lîreyê Tirk dikeve, heyîyên Banka Navendî daket asta 21 sal berê

PeyamaKurd – Li gorî daneyên dawî yên Banka Navendî ya Tirkiyeyê, heyîyên (rezerv) diravên biyanî û zêr daketiye asta 21 sal berê.

Li gorî amarên hefteya 12ê Gulanê yên hatin eşkerekirin, rezervên Banka Navendî ji 6,8 milyar dolaran daketiye 2,3 milyar dolaran ku gihîştiye asta Sibata 2002yan ku Tirkiye rûbirûyî krîzeke kûr a aborî bûbû.

Herwiha li gorî heman amarên bankê heyîyên zêr jî bi qasî 1,4 milyar dolaran kêm bûne.

Li aliyê din li gorî nûçeya Reutersê, piştî hilbijartinên 14ê Gulanê û gera duyem a hilbijartinên serokomariyê ku 28ê Gulanê tê kirin, dê nirxê lîreyê Tirk jî gelek kêmtir bibe ku niha jî di navbera kirîn û firotina dolaran de ferqeke mezin çêbûye.