Nûnerê Îsraîlê: NY bûye rêxistineke terorîst

16 May 2024 15:58 0 dîtin
Nûnerê Îsraîlê: NY bûye rêxistineke terorîst

PeyamaKurd - Nûnerê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Herdemî Gilad Erdan, bertekeke tund li xebatên NY yên di derbarê Xezzeyê û daxuyanîyên endamên NY yên di heman mijarê de nîşan da û NY weke "rêxistineke terorîst" bi nav kir.

Nûnerê Îsraîlê Gilad Erdan got: "Neteweyên Yekbûyî bi xwe bûye rêxistineke terorîst."

Erdan, NY bi hevkarikirina bi Hemasê re tawanbar kir û got: "Ji dema ku Îsraîlê dest bi şerê li dijî Hemasê kiriye vir ve NY, bi Hamasê re kar dike û wê vedişêre."

Gilad Erdan her wiha Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî rexne kir û got ku "Guterres, ji bo her tiştên diqewimin, bêyî lêkolînê tavilê Îsraîlê şermezar dike."

Nûnerê Îsraîlê yê NY yê Herdemî Gilad Erdan, bi daxuyaniyên xwe yên li dijî rejîma Îranê û çalakiyên xwe yên yekkesî yên li avahiya NY tê nasîn.