Nûnera NY ji bo vegera rêkeftina atomî bangewazî li Îran û Amerîkayê kir!
PeyamaKurd - Cîgira sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) di karûbarên siyasî de Rosemary DiCarlo di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de, ji Îranê xwest ku ji gavên ku ne li gorî rêkeftina atomê ne vegere.
DiCarlo, destnîşan kir ku rapora herî dawî ya Saziya Enerjiya Atomê (IAEA) binpêkirinên Îranê yên ji dema vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina nukleerî di sala 2018an de ji aliyê serokê berê yê Amerîka Donald Trump ve, bi berfirehî eşkere dike.
Rosemary DiCarlo, çawa ku bang li Îranê kir li rêkeftina atomî vegere bang li Amerîkayê jî kir ku sizayên ser Îranê rake.
Li aliyê din tevî ku di hevdîtinên Vîyenayê de ti pêşketin nehatiye bidestxistin jî welatên Almanya, Brîtanya û Fransayê ku hê jî alîgirên rêkeftina 2015an a nukleerî ne bi daxuyaniyeke hevbeş gotin, heta niha jî deriyên dîplomatîk ji bo vegera rêkeftinê vekirî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin