Hevdîtinên Vîyena yên vegera li rêkeftina atomî ji nû ve dest pê dikin

27 December 2021 17:35 0 dîtin
Hevdîtinên Vîyena yên vegera li rêkeftina atomî ji nû ve dest pê dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Kanûnê gera 8emîn a hevdîtinên Vîyenayê yên bo vegera Îranê li rêkeftina nukleerî ji nû ve dest pê dikin.

Li gorî nûçeya Fars a Îranê, şanda Îranê ya danûstandinan amadebûna xwe ji bo berdewamkirina danûstandinan nîşan daye û wê li Vîyenayê bimîne.

Bi taybet aliyê Amerîka daxwazê ji Tehranê dike bilez vegere ser sozên peymana nukleerî ya 2015an û ji pêşxistina çekên atomî dûr bisekine ku heta niha bûne sedema sepandina dorpêç û cezayên aborî li ser Îranê.