Nûnera taybet ya NY Hennis-Plasschaert bû koordînatora taybet ya Lubnanê ya NY
PeyamaKurd – Nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bû koordînatora taybet ya Neteweyên Yekgirtî li Lubnanê. Hennis-Plasschaert di warê dîplomasî, ewlehiya navdewletî û babeta Rojhilata Navîn de xwediyê 25 sal tecrubeye ku sekreterê giştî yê NY vêya dibêje.
Ji beşa derdevkiya NY, li ser tayînkirina Hennis-Plasschaert ji bo Lubnanê hat gotin ku wê di şûna koordînatora taybet ya Lubnanê Joanna Wronecka de kar bike û di ragihandinê de sipasiya Wronecka hat kirin.
Ji sala 2018an heya niha jina Hollandî Hennis-Plasschaert li Iraqê nûnertiya taybet ya NY li Bexdayê dike û bi zimanên Îngilizî, Fransizî û Almanî dizane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin