Nûnerê Pûtîn: Em bi berpirsên Tirkiyê re li ser berdana ava çemê Firatê axivîn
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ê ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev eşkere kir, wan bi berpirsên Tirkiyê re mijara berdana ava çemê Firatê ji bo deverên bakur û rojhilatê Sûriyê axiviye.
Di çarçoveya karên 16emîn gera danûstandinên Astanayê de, ku li bajarê Nûr Sultan a paytexta Qazaxistanê birêve çû de, Aleksandr Lavrentyev di civîneke rojnamevanî de got, wan ligel Enqerê behsa mijara bêaviya deverên bakurê rojhilatê Sûriyê kirine.
Aleksandr Lavrentyev diyar kir: “Zêdetirî milyonek welatiyên li parêzgeha Hesekê rûbirûyî pirsgirêka avê bûne û ev jî erkê Tirkiyê ye ku gavek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê biavêje.”
Lavrentyev da zanîn ku ev pirseke mirovî ye û girêdayî jiyana çar milyon mirovan e li sînorê parêzgehên Heleb û Hesekê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin