Nûnerê Serokê Rûsyayê bi serdaneke fermî gihîst Hewlêrê

01 December 2021 17:01 0 dîtin
Nûnerê Serokê Rûsyayê bi serdaneke fermî gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê, Mikhail Bogdanov îro Çarşemê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê.

Mikhail Bogdanov ku di heman demê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazî kirin.

Tê çaverêkirin Mikhail Bogdanov di vê serdanê de bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive û çend mijarên girîng ên dualî û herêmî guftûgo bike.

Herwiha Bogdanov bi berpirsên Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr – Mosko û pêşvebirina pêwendiyan, sektora enerejiyê û kar û projeyên kompanyayên Rûsiyên yên yên wek Rosneft û Gazprom ên li Herêma Kurdistanê kar dikin, guftûgo dike