Nûnerên welatên Erebî yên li Kurdistanê spasiya Serok Barzanî kirin

25 January 2021 16:41 0 dîtin
Nûnerên welatên Erebî yên li Kurdistanê spasiya Serok Barzanî kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro duşemê 25ê Çileya 2021ê li Selaheddîn pêşwazî li şandeke hevbeş a Nûner û Konsolên welatên Erebî yên li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de, Konsolê Giştî yê Filistînê Balyoz Nezmî Hizûrî û Emîdî Silkî Dîplomasî li Herêmê, Konsolê Giştî yê Kuweytê Dr. Omer El Kindirî ,  Konsolê Giştî yê Îmarat  Ehmed El Zahirî , Konsolê Giştî yê Misirê Mihemed Wecîh Hîcazî  û Birêvebirê Karûbarê Konsolxaneya Paşayetiya Urdinê li Hewlêrê Ebdulrehîm Hesen amadehî kirin.

Piştî civînê hat ragihand ku di hevdîtina bi helkefta serê sala nû birêve çû de, Nûner û Konsolên welatên Erebî li Hewlêrê silav û rêzên Serok û Emîr û Paşayên welatên xwe bi Serok Barzanî gihandin û spasîya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin ji bo wê peywendiya dêrîn û dostaneya ku li gel welatên Erebî heye.

Herwiha spasiya Herêma Kurdistanê kirin ku di şerê DAIŞê de mêvandariya sed hezaran koçberên Ereb kir û pêzanîneke zêde jî ji bo wê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şikestdana terorîstên DAIŞê de hebû. Her wiha ji bilî tekezkirina li pêşxistina peywendiyên wan ya li gel Herêma Kurdistanê, xwazyarê ewe jî bûn ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda li rêya diyalogê bêne çareser kirin.

Serok Barzanî spasîya şanda mêvan kir û ragihand, gelê Kurdistanê her dem hewl daye ku peywendiya dostane li gel gelên navçeyê hebe û li ser bingehên aştî û pêkvejiyanê bûye.

Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de, Serok Barzanî xiste rû ku pêwîste çareserî li rêya diyalog û aştiyane û di çarçoveya destûr û rêzgirtina li pêgeh û qewareya Herêma Kurdistanê be û tekezî li pêşvebirina peywendiyên navbera Hewlêr û welatên Erebî kir.