NY bi tevlîbûna Amerîkayê ya bo Konseya Mafên Mirovan kêfxwese
PeyamaKurd – Di wexta Donald Trump de serokê Amerîkayê bi awayekî yekalî ji Konseya Mafên Mirovan ya navenda wê Cenewre bû vekişiyabû lê piştî Joe Biden bû serokê Amerîkayê, ji nûh de biryara vegera nava konseyê da û Neteweyên Hevgirtî ji biryara vegera Amerîkayê gelek razî ma.
Berdevkê Neteweyên Hevgirtî Stephane Dujarric,di brîfînga çapemeniyê da ragihand ku ew kêfxweşin car din dê ‘dengê Amerîkayê’ di konseyê de bibîzin.
Rêvebiriya Biden ragihandibû ku wê weka çavdêr tevlî Konseya Mafên Mirovan bibin.
47 endamên konseyê hene ku di salê de 3 cara dicivin û konsey di sala 2006 an de hatibû avakirin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin