NY: Herî kêm 64 sivîl hatine kustin, zêdetirî 160 hezar kes koçbûn bûne

27 February 2022 15:12 0 dîtin
NY: Herî kêm 64 sivîl hatine kustin, zêdetirî 160 hezar kes koçbûn bûne

PeyamaKurd – Rêxistina Koç û Koçberiyê ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ve OCHCR derbarê rewşa dawî ya êrîşa Rûsyayê bi ser Ûkraynayê de daxuyanî da.

Li gorî NY artêşa Rûsya jêrzemîna Ûkraynayê dike armanc û gelek kes bê av û bê elektrîk mane.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku heta niha herî kêm 64 sivîl hatine kuştin, 176 sivîl birîndar bûne û zêdetirî 160 hezar welatiyên ûkraynî jî koçber bûne ku hew didin terka welat bidin.

Li aliyê din hikûmeta Ûkraynayê jî dide xuyakirin ku heger êrîş berdewam bikin dê bi qasî 5 milyon welatî koçber bibin.