Li Ûkraynayê zêdetirî 1119 sivîl hatine kustin ku 143 ji wan zarok in
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji destpêka şerê li Ûkraynayê ve 1119 sivîl hatine kuştin û 3 milyon û 821 hezar û 49 kes jî koçber bûne.
Li aliyê din serdozgeriya Ukraynayê jî eşkere kiriye ku heta niha di encama êrîş û bombebarana Rûsyayê de, 143 zarok hatin kuştin û 216 zarok jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê di navbera 24ê Sibatê û 26ê Adarê de, 2 milyon û 267 hezar û 103 kesan koçî Polonyayê, 586 hezar û 942 kes koçî Romanyayê, 381 hezar û 395 kesan koçî Moldovyayê, 349 hezar û 107 kesan koçî Macarîstanê û 272 hezar û 12 kesan jî koçî Slovakyayê kiriye.
Dîsa li gorî daneyên NY, 50 hezar kes ji herêmên Donetsk û Luhanskê derbasî Rûsyayê bûne.
Hatiye diyarkirin ku dibe hejmara mirî û birîndarên xelkê sivîl ji amarên hatine eşkerekirin zêdetir bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin