Zêdetirî nîvê bûyerên qaçaxçiya mirovan ên li Kanadayê nehatine çareserkirin
PeyamaKurd – Statistics Canadayê ku saziyeke statîstîkî ya dewleta Kanadayê ye, doh (1ê mijdara 2024an) ragihandiye ku zêdetirî nîvê bûyerên bazirganiya mirovan ên li Kanadayê nayê çareserkirin ku hejmara van bûyeran ji sala 2013yan vir ve zêde bûye.
Li gorî vê saziyê, servîsên polîsan ji sala 2013 heta 2023yan zêdetirî 4,500 bûyerên qaçaxçiya mirovan ragihandine ku rêjeya navînî ya salane 1,1 bûyerê ji her 100,000 nifûsê temsîl dike. Bi tevayî, sal bi sal zêdebûneke giştî heye ku pêla herî girîng di navbera 2018 û 2019 de pêk hatiye.
Saziyê diyar kiriye ku piraniya qurbaniyan jin û keç bûn ku ji çaran yekê wan zarok û ciwanên di bin 18 saliyê re ne.
Li gorî Statistic Canadayê, statîstîkên fermî bi tenê hejmareke qismî ya qaçaxçiya mirovan ên li Kanadayê peyda dikin û wê hejmarê kêm radigihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin