NY: Rewsa mirovî li Ukraynayê xerabtir bûye!

01 August 2023 10:53 0 dîtin
NY: Rewsa mirovî li Ukraynayê xerabtir bûye!

PeyamaKurd – Koordînatora Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Ukraynayê Denise Brown diyar kir, li Ukraynayê piştî êrîşên dawî pêwîstiya sivîlan zêdetir bi alîkariyê heye û her ku diçe rewşa mirovî xerabtir dibe.

Brown beşdarî civîna çapemeniyê ya rojane ya ku li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê tê lidarxistin bû û pirsên rojnamegeran bersivand.

Brown diyar kir, wî hefteya borî serdana Ukraynayê kiriye û li ser "mezinahiya wêraniya ku ji ber êrîşên Rûsyayê" li bajarên Odessa û Mykolaiv peyivî.

Brown eşkere kir, bi taybetî Odessa ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî gelekî girîng e û li bajêr gelek xebatkarên Neteweyên Yekbûyî hene. Wî tekez kir, êrîşên di çend hefteyên dawî de pêk hatin, bendera Odessa û Katedrala, çend sed metreyan dûrî ofîsa NY li navenda bajar kirin armanc.

Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ku hedefgirtina binesaziyên ji bo mebestên sivîl li Ukraynayê têne bikar anîn "di cih de" piştî ku peymana Korîdora Genimê ya Deryaya Reş bi dawî bû, pêk hat.

Denise Brown ji peymana genim re got: "Ew ji bo her du aliyan bû xelekek jiyanê. Ew ji bo mirovên birçî yên li çaraliyê cîhanê û cotkarên Ukraynayê bû xelekek jiyanê."

Brown bal kişand ku li Ukraynayê hewa bi lez sar dibe û destnîşan kir, hejmara sivîlên hewcedarê alîkariyê ne wê zêde bibe û heta dawiya sala 2023an wê budçeyek 3,9 milyar dolarî hewce bike.