NYê ji Brîtanyayê daxwaz kir li ser penaberan pabendî yasayên navdewletî bin

11 November 2022 14:03 0 dîtin
NYê ji Brîtanyayê daxwaz kir li ser penaberan pabendî yasayên navdewletî bin

PeyamaKurd – Encûmena Mafên Mirova ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ji welatê Brîtanyayê daxwaz kir ku bi daxwazên penaberan li ser bingeha yasayên navdewletî tevbigere.

Li gor zanyariyan, encûmenê hûrbînî ji bo tomara mafên mirova ya li Brîtanyayê kir ku her çar salan carekê tê kirin û di wê çarçoveyê de amaje bi plana Brîtanya ya ji bo şandina penaberan bo Riwandayê kir.

Di derbarê mijarê de encûmenê ji Brîtanya û Zelendaya Nû daxwaz kir, reftareke mirovane ligel penaberan bikin û pabendî berpirsyarî û pabendiyên mirovî bibin, weke ku di yasayên navdewletî de ji bo mafên mirovan û mafên penaberan hatiye.

Hêjayî gotinê ye, îsal bi rêya Kanala Îngilîzê ve, nêzîkî 40 hezar penaber ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûne.