NYT: “Xamineyî ferman da ku Îran êrîsî Îsraîlê bike”
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya New York Timesê, rêberê bilind ê dînî yê Îranê ferman da artêşê ku êrîşeke tolhildanê li dijî Îsraîlê amade bike, di heman demê de berpirsên payebilind ên Îranê hişyarî dan derbarê bersivên “tund” li hember êrîşên Israîlê li ser navendên leşkerî yên Îranê.
Raporta New York Timesê, bi zarê berpirsên îranî, got ku bersiva Tehranê heta piştî hilbijartinên Amerîkî nayê, her çend nûçeyên din jî li ser zarê jêderan dibêjin ku bersiva Îranê dibe berî dengdanê were.
Rêberê Îranî gefa tolhildanê dixwe piştî ku Hêza Esmanî ya Îsraîlê di 26ê cotmehê de êrîşî sîstemên dijî-firokevan û cihên radarê yên seranserê Îranê kir, wek tolhildana êrîşa mûşekên balîstîk ên Îranê yên mezin ku 1ê cotmehê dirêjî Îsraîlê kiribû. Lêbelê, heya niha xuya dike ku Tehran hewl dide ku îhtîmala zêdebûna êrîşan sînordar bike.
New York Timesê, bi zarê 3 karbidestên naskirî bi plansaziya şer a Tehranê, got ku rêberê olî Elî Xamineyî roja duşemê ferman da ku planek ji hêla Civata Bilind a Ewlekariya Neteweyî ve were danîn piştî agahdarkirina li ser asta zirarên ji ber êrîşên Îsraîlê.
Îranê îdia kir ku Îsraîlê zirara herî kêm gihandiye wan, di heman demê de qebûl kir ku 4 leşkerên wê hatine kuştin. Îsraîl jî amaje bi wê yekê dike ku êrîşa berevaniya esmanî ya Îranê têk biriye û şiyana mûşekî ya Îranê jî kêm kiriye.
Li gorî New York Timesê, Xamineyî pê hesiya ku mirin û mezinahiya êrişa Îsraîlê pêwîstî bi bersivekê heye da ku xuya neke ku Îran şikestinê qebûl dike. Di dema raporê de, karbidestên leşkerî yên Îranê lîsteyên armancên leşkerî yên Îsraîlî berhev dikirin.
Di raporteke cuda de ya malpera nûçeyan a amerîkî Axiosê hatiye ragihandin ku îstixbarata Îsraîlê ji bo êrîşekê di rojên pêş de amade dike ku tê de bi hejmareke mezin a mûşekên balîstîk û firokeyên bê firokevan Îran û grûbên ku li Iraqê piştgiriyê didine dê bibin hedef.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin