Obama di pirtûka xwe de behsa Kurdan, Rojhilata Navîn û Erdogan dike

24 November 2020 21:05 0 dîtin
Obama di pirtûka xwe de behsa Kurdan, Rojhilata Navîn û Erdogan dike

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama di pirtûka xwe ya herî dawî hatiye çapkirin de, behsa Kurdan, Rojhilata Navîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dike.

Obama ji bo Erdogan dibêje, “Min pê re dît ku pabendbûna wî ya demokrasî û hiqûqê, tenê heta deshilatiya wî parastî be ye.”

Obama dibêje, dema serokwezîrtiya Nûrî Malikî wî di serdana xwe ya Iraqê de jê re derbarê suneyan û Kurdan de hinek pêşniyar kirine û rêz li wî girtiye, lê di hin mijaran de bi israr bûye.

Li gorî Obama, Malikî daxwazên Kurdan wekî daxwazên ne di cî de nîşan daye û bal kişandiye ser zêdebûna hejmara şîeyên Iraqê.

Di pirtûka Obama ya 750 rûpelî de, ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê jî tê diyarkirin ku Tirkiyê gelek caran ji bo têkoşîna dijî ‘Kurdên cudaxwaz in’ piştgirî xwestiye û di têkoşîna dijî terorê û pêkanîna seqamgeriya Iraqê de pêwîstiya wan bi hevkariya Tirkiyê çêbûye.

Obama di pirtûkê de behsa Erdogan jî dike û dibêje, her çiqas wî wekî kesekî guh dide ricayê xwe bibîne jî dema lê guhdar dike, bejna xwe xuz dike û dengê wî bilind dibe.

Obama herwiha balê dikişîne ser kesayeta Erdogan û diyar dike, “Min pê re dît ku pabendbûna wî ya bo demokrasî û hiqûqê, tenê heta deshilatiya wî parastî be ye.”