Swêd ji bo DAISiyên destê Kurdan ket tevgerê: Pêsniyara Dadgehên Rojhilata Navîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Swêd li sed banga Rêveberiya Rojava ya dadgehkirina DAIŞiyên di destê HSDê de ne ketiye tevgerê û 3yê Hezîranê jî li ser mijarê yekem civînê li dar dixe. Rêveberiya Swêd dixwaze li şûna radestkirina DAIŞiyan wan li cihê ku lê ne dadgeh bikin û li Rojhilata Navîn ji bo wan dadgehên navnetewî damezirînin.
Rêveberiya Rojava û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ev demek e bangewaziyê li welatên Ewropayê dikin daku ji bo radestkirin û dadgehkirina bi çavderiya civaka navdewletî bo girtiyên DAIŞê bikevin tevgerê.
Hat ragihandin ku rêveberîya Swêd ji bo darizandina DAIŞiyan Dadgeha Stockholmê peywirdar kiriye û yekem civîna li ser hewldana dadgehkirinê jî 3yê Hezîranê bi bedariya rayedarên Holanda, Fransa, Brîtanya û Belçîkayê tê lidarxistin.
Hat zanîn ku wan welatan bersiveke erênî dane vê hewldana Swêd û di yekem civîna navnetewî ya li ser mijarê de li hev dicivin.
Wezîrê Navxwe yê Swêd Mikael Damberg ji AFPê daye xuyakirin ku êdî divê dewlet darizandina DAIŞiyan bixin rojeva xwe.
Damberg herwiha destnîşan kir ku li şûna girtiyên DAIŞê bo welatê wan werin şandin, li cihê ku lê ne (Rojava-Sûriye-Iraq) derkevin pêşberî dadgehê dê baştir be û got, “Em difkirin ku li cihên ku lê dimînin li Rojhilata Navîn dadgeh werin damezirandin ji bo berhevkirina zêdetir zanyariyan û darizandina zêdetir kesan wê baştir be.”
Herî kêm 2 hezar 800 terorîstên DAIŞê di operasyonên HSD/YPGê de hatine girtin û ji wan jî bêhtirî 800 kesî ji 46 welatên biyanî ne.
Heta niha tenê welatên Fransa, Endonezya, Rusya, Mexrîb û Sûdanê DAIŞiyên welatiyên xwe ji rêveberiya Rojava xwestibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin