Îbrahîm Biro bo danûstandinên Cenevê: Behsa Kurdan zêdetir hat kirin

30 August 2020 23:10 0 dîtin
Îbrahîm Biro bo danûstandinên Cenevê: Behsa Kurdan zêdetir hat kirin

PeyamaKurd - Endamê Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê ji pişka ENKSê Ibrahîm Biro li ser danûstandinên Komîteya Destûrê yên li Cenevê axivî ku doh bêyî encamekê bidawî bûbûn.

Biro ji K24ê re gotiye, nerîna rêjîma Sûriyê ya teng li ser nasnameya Erebî ya Sûriyê, hiştiye ku dostên Kurdan zêde bibin û li vê gera sêyem a Danûstandinên Komîteya Destûrî ya Cenevê jî behsa Kurdan zêdetir hatiye kirin.

‘Şanda rejîmê di fişara Rûsya de ji bo ti pêşketin çênebe beşdar bû’

Îbrahîm Biro da zanîn, şanda rêjîma Sûriyê di bin fişara Rûsiyayê de li vê gerê amade bû, lê beşdar bû ji bo ku ti pêşketinekê çêneke. Di civînê de jî tenê li ser nasnameya Sûriyê guftûgo çê bûn. Di vê xalê de jî rastiya rêjîma Sûriyê diyar bû ku tenê dibîne gelê Ereb li Sûriye heye.

‘Bi awayekî baş behsa Kurdan hat kirin’

Biro got: “Em wek Kurd bi çavekî baş li vê gera danûstandinan dinêrin, ji ber ku nerîna rêjîmê ya teng, hişt gelek kes ji şanda opozîsyonê û şanda civaka sivîl jî, bi awayekî baş behsa pêkhateyên Sûriyê û Kurdan û mafên wan bikin.”

‘Di şanda opozîsyonê de nêrînên cuda li ser dahatuya Sûriyê hene’

Biro diyar kir, ligel ku nerîna şanda rêjîmê yek nerîn e, di nava şanda opozîsyon û civaka sivîl de nerînên cuda hene. Beşek heye baweriya wan bi demokratî, sîstema nenavendî, guhartineke berfireh, firehaliya netewî û olî tê û bi zelalî behsa mafên pêkhateyan û di nav de mafên Kurdan dikin.

Wî bal kişand ser ku gelek alî û nerînên cuda û dûrî hevdu di nava opozîsyona Sûriyê de hene, lê roj bi roj kesên ligel mafên Kurdan zêdetir dibin.

‘Helwesta Amerîka ji bo Kurdan ne diyar e’

Li ser nerîna Amerîkayê bo rewşa Kurdan li Sûriyê, Biro wiha axivî: “Heta niha ti helwesteke Amerîkî ku taybetmendiyekê bide Kurdan tune ye. Amerîka berê, niha jî û di diyaloga Kurdî – Kurdî de jî dibêje, divê Sûriye bibe welatekî demokratîk û mafê mirovan lê hebe, ne mafên pêkhateyan.”