Îbrahîm Biro li ser kustina Emîn Îsa: Divê divê ti caran Amerîka van tistan qebûl neke
PeyamaKurd – Endamê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro derbarê kuştina Emîn Îsa yê endamê PDK-S bû û di girtîgehên PYDê de, di bin îşkenceyê de hat kuştin axivî û got, ev ne cara ewil e ku bûyereke wisa diqewime û da zanîn: “Dê mema çav bê girtin li ber van kiryarên ku li Rojavayê Kurdistanê çêdibin.”
Îbrahîm Biro ji K24ê re diyar kir, ev ne cara ewil e ku bûyereke wisa diqewime û got: “Di nav deh salan de bi dehan bûyerên wisa, belkî bi sedan bûyerên wisa çêbûne û hatine veşartin, ku xelkek hîn wenda ne û hîn tên pirsîn. Gelek caran jî li ber çavên xelkê jî bi vî rengî kirine.”
Îbrahîm Biro eşkere kir: “Îro wextê ku aliyên navdewletî jî li ser vê bûyerê disekinin, tiştekî balkêş e û baş e ku hêzek hebe karibe çavdêriya van karên çewt û nerast bike, ji ber ne tenê girtin û îşkence, pir bûyer çêdibin ku zarokên xelkê yên biçûk tên birin, bi navê ku wan bibin bikin esker û îdeolojiya xwe li serê wan bixin, rê namîne ku xelk naxwazin zarokên xwe vegerînin û nikarin bigihîjin zarokên xwe, pir xelk tên girtin bêsûc û bêguneh.”
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê destnîşa kir: “Ev berpirsyarî hinekî li ser Amerîka bi xwe ye jî, îro Amerîka li deverê ye, divê qebûl neke, weke çawa Rûs li deverên rejîmê ne, weke çawa Tirkiye li deverên opozîsyonê ye û her bûyerek ku li wan deveran dibe, meriv dibêje ew dewlet berpiryariyê li ser xwe digre ji ber hebûna wan li wan deveran, Amerîka jî hebûna wê li vê devera me, wextê ku tiştek dibe, Amerîka dewleteke demokrat e û divê ti caran van tiştan qebûl neke.”
Îbrahîm Biro diyar dike: “Em weke Kurd berpirsyariya me jî heye, ew kesên ku xwe dikin rêxistinên mafên mirovan, yan jî rêxistinên sivîl, carina daxwaza lihevhatinê ji me dikin, kanî dengê wan, kanî bilindbûna dengê wan? Em Kurd jî, çi aliyê siyasî bin, çi aliyê hiqûqnas bin, çi aliyê ragihandinê bin, nema çav bê girtin li ber van kiryarên ku li Rojavayê Kurdistanê çêdibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin