Îbrahîm Biro: PKK astengiyan datîne pêsiya yekîtiya Kurdan

13 November 2022 02:17 0 dîtin
Îbrahîm Biro: PKK astengiyan datîne pêsiya yekîtiya Kurdan

PeyamaKurd – Endamê komîta têkiliyên karên derve yê ENKS ê Îbrahîm Biro ragihand ku PKK mudaxele bi karê Rojava dike û nahêle  diyaloga navbera Kurdan çêbibe. Biro, ragihandina xwe di rêya K24 ê de kir û got demek berê bi cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê û hem nûnerê taybet yê Amerîkayê li Sûriyê Ethan Goldrich re li Hewlêrê hevdîtin kirine û behsa hevdînê kir. Paşî li Ankara bi muxalefeta Sûriyê re û li Qamîşlo bi HSD ê re û bi Meclisa Demokratîk ya Sûriyê (MSD) re hevdîtin hatine kirin.

Biro, bi nûnerê Amerîka re li ser rewşa giştî ya Sûriyê, li ser rewşa komîta nivîsandina destûra Sûriyê hevdîtinan kirine û bi taybetî behsa têkiliyên navbera ENKS ê û PYNK ê kirine. Îbrahîm Biro, di mijara hevdîtinên ji bo yekîtiya Kurdan de got ku PKK li rojavayê Kurdistanê astengiyan datîne pêşiya yekîtiya Kurdan.

Biro got ku bi nûnerê Amerîka re li ser koçên ku li Serê Kaniyê, li Efrîn û Girê Sipî çebûne, ji bo dagera wan ya ser axa xwe, ji bo bi awayeka bi ewlehî ji bo dagerin ser axa xwe, axifîne. Ji Amerîkayê xwestine ku hem Tirkiye re, hem bi rêvebiriya xweser û HSD ê re hevdîtinan bikin û zorê bidin ser wan da mijara koça xelkê çareser bikin.

Îbrahîm Biro, li ser îşxala HTŞ ê ku ketiye Efrînê got ku ji bo derxistina HTŞ ê ji Efrînê Tirkiye û Amerîka lihev kirine.