Erdogan Milazgir bibîr anî lê behsa Kurdan nekir
PeyamaKurd - Serokkomarê Recep Tayyip Erdogan li Xelata navçeya Bedlîsê di "Bernameya Bibîranînê ya Milazgir 1071 a Fetha Anadoluyê" de axivî.
Erdogan wiha got: "Dema em beriya Milazgirê dinihêrin Mekke wek Qudsê ye, dema em piştî wê dinihêrin Bursa, Edirne, Stenbol û Rumelî wek hemû Balkanan in."
Erdogan behsa girîngiya ruhê Milazgirê kir û wiha dewam kir: "Heke em ruhê Milazgirê jibîr bikin, ne paşiya me dimîne, ne jî pêşiya me. Me li Milazgirê ji hemû alemê ra îlan kir ku em miletekî çawa ne."
Erdogan bi van gotinan tenê behsa Tirkan kir û hemû welat aîdî Tirkan qebûl kir. Behsa Kurdan nekir.
Lê tarîx diyar dike ku şerê Milazgirê bi piştevaniya Kurdên Merwanî hatiye qezenckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin