Odeya Bazirganî ya Hewlêrê: Wê boykota berhemên Îranê berdewam bike

30 January 2024 20:53 0 dîtin
Odeya Bazirganî ya Hewlêrê: Wê boykota berhemên Îranê berdewam bike

PeyamaKurd – Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê Gaylan Hacî Seîd ragihand ku dê boykota kelûpelên Îranê ya piştî êrîşa ser Hewlêrê ya Supaya Pasdarên Îranê hatiye destpêkirin berdewam bike.

Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê ji medya Kurdistanê re eşkere kir,“Em li ser boykotkirinê berdewam in û em nirxandinê ji daxwaza Odeya Bazirganiya Îranê re jî dikin.”

Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê Gaylan Hacî Seîd got: “Odeya Bazirganiya Îranê civînek lidar xist û di civînê de daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku kelûpelên wan boykot nekin. Lê em ê li ser boykotkirinê berdewam bin û em nirxandinê ji daxwaza Odeya Bazirganiya Îranê re jî dikin.”

Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê bang li bazirgan û welatiyan kiriye ku kelûpelên Îranê boykot bikin û cîgirên wan bikirin û li hember jî Odeya Bazirganî ya Îranê bi rêya medyaya xwe daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku ji ber qebareya bazirganiyê ya mezin, boykota kelûpelên Îranê bişkîne, ji ber ku tenê sala borî li Hewlêrê bazirganî û hinardeya Îranê bo Hewlêrê zêdetirî 1 milyar dolar bû. Tê çaverêkirin ev boykot bi sedan milyon dolar zirarê bide aboriya Îranê.