Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKyê, sersaxî ji malbata Joyce Blauê re xwest
PeyamaKurd – Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ji ber koça dawîn a zimanzan, nivîskara fransî, pispora ziman û edebiyata kurdî û yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, peyameke sersaxiyê li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Di peyama Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de hat gotin ji ber hevkarî û piştevaniya Joyce Blauê ya ji bo doza kurdan, 13yê gulana 2023yan li ser navê wê li keleha Hewlêrê pirtûkxaneyek hatiye avakirin.
Peyama sersaxiyê ya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKyê bi vî awayî ye: “Em sersaxiyê ji malbat û hevalên Dostê Kurdan Profesor Joyce Blau re dixwazin. Profesor Blau pisporê ziman û edebiyata kurdî bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin