Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê dê bibe wezaret
PeyamaKurd – Berpirsê Baregeha Pêviyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Beregeha Pêwendiyên Derve bo xebatên xwe, di asta wezaretê de bimeşîne, wê xwe ji nû de birêbixin û daxwaza xwe bo Hukumeta Herêma Kurdistanê bişînin. Piştî qebûlkirina hukumetê wê pêşniyara xwe bo Parlementoya Kurdistanê bişînin û di derbarê wê de qanûnekî derxin.
Sefîn Dizeyî bo Rûdawê ragihandiye ku weka Herêma Kurdistanê di serî de wê bi welatên Ereb û yên din re têkiliyên wan gelkî başin, nûnertî û konsulxaneyên 6 dewletên Ereb li Herêma Kurdistanê hene. Dizeyî di axaftina xwe de got:
“Ji sala 2003 û heya niha têkiliyên baş yên Herêma Kurdistanê û welatên Ereb bi hevre hene û her diçe baştir dibin. Em di çarçoveya rêzgirtinê de terefdarê pêşdebirina têkiliyên xwe ne”
Dizeyî, li ser xebata xwe ya ku dixwazin guhertinan bikin statuya xwe de, weha dewam dike:
“Projeyekî ku em dixwazin guhertinan bixinê, em ê ofîsa xwe ya têkiliyên karên derve, bikin wezaret. Lê dê ev wezaret, wezareta karên derve nîn be. Ji ber Destûra Iraqê bi vî awayî û bi vî navî wezaret nabe. Lê bi navekî dinê dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin