Otobus gêr bû nav newalê: 25 kes mirin, 13 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li welatê Perûyê li Çiyayên Andê otobusa ku ji navça Celendinê diçû Soroçhucoyê gêr bû û ket nav newalê. Di encamê de 25 kes mirin û 23 kes birîndar bûn.
Dozgerê herêma Cajamarcayê Olga Bobadilla ragihand ku do ber destê êvarê dema otobus diçû Sorochucoyê ji kendalekî ket çem û weha dewam kir:
“Qeza duhî bi şev di rêyekî çiya û ne asfalt de çêbû û ji ber otobus ketiye nav çem, hê jî em nikarin bi temamî agahiyan bidin hev.”
Li jîngeha Celendinê ku otobus ji wê derê derketibû rê,ji bo 3 rojan şîn ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin