Otobus gêr bû newalê: 29 mirî û 22 birîndar
PeyamaKurd – Li welatê Perûyê li devera Çiyayên Alpê otobusa di rêya xwe de diçû qelibî û gêr bû newalê. Di encamê de 29 kes mirin û 22 kes birîndar bûn.
Ciyê bûyera qezayê ji payîtexta Perû Lîmayê bi 60 km dûr li devera Çiyayên And ê li Sierra Central ê ye. Rêwiyên ku sax rizgar bûne ragihandine ku otobus di rê de li zinar ketiye û 200 metre gêr bûye rûbarê Rimacê.
Rêvebirê asayîşê Cesar Cervantes di ragihandina xwe de gotiye di qezayê de bêtedbîrî heye û ajotvan sînorê leza xwe derbas kiriye.
Wezareta karên hundir ya Perûyê ragihandiye ku li ciyê qezayê karê lêgerîn û rizgarkirin dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin