Otobusa rêwiyan ji ser pirê ket: 10 kes mirin
PeyamaKurd- Li welatê Misrê li bajarê rojavayê Qahîrê li Gîzayê otobusekî ji ser pira Saft El-labnê ku 15 metre bilinde ket jêr û di encamê de 10 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.
Piştî bûyerê şêwirmendê wezîrê tenduristiyê yê Misrê Xalid Mucahîd ragihand ku wan 7 ambûlansan sewqî ciyê bûyerê kirine û mirî û birîndaran birine nexweşxaneya giştî ya Bulaq Dakrour ê.
Polîs li ser bûyerê lêpirsîna xwe dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin