Otobusa rêwiyan û TIR li hev qelibîn: 19 kesan can da

08 April 2019 18:03 0 dîtin
Otobusa rêwiyan û TIR li hev qelibîn: 19 kesan can da

PeyamaKurd – Li bajarê Kribî yên welatê Kamerunê otobusek bi barhilgirekê qelibî û 19 rêwiyan di vê rûdana trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan, qeza li gundê Elogbatinda yê nêzîkî bajarê Kribîyê çêbûye û ji xeynî mirina 19 kesan, gelek kes jî birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyan.

Hêjayî gotinê ye, li welatê Kamerunê rêyên otombîlan ne xweş in û ji ber vê jî her sal gelek qezayên sosret rû didin.