Diyarbekir | Otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kesan can dan

07 January 2023 10:44 0 dîtin
Diyarbekir | Otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kesan can dan

PeyamaKurd Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê otobusa rêwiyan wergeriya, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a navbajaran a ku nasnameya şofêrê wê hîna nehatiye tespîtkirin, aîdî fîrmaya Diyarbekirê ya nû ye, li kîlometreya 65'emîn a Rêbeja Farqînê ya Diyarbekirê ji kontrolê derket.

Li ser agahiya qezayê gelek ekîbên tenduristiyê yên 112, îtfaiye, UMKE, AFAD û ekîbên cendirmeyan sewqî herêmê kirin.

Di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr. (Çavkanî: AA)