Otomobîlek li bajarê Hesekê teqiya: Qurbanî hene

04 October 2023 11:58 0 dîtin
Otomobîlek li bajarê Hesekê teqiya: Qurbanî hene

PeyamaKurd – Otomobîlek li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û qurbanî hene.

Li gor zanyariyan, li Taxa Xiwêranê ya Hesekê otomobîlek teqiya û di encamê de kesekî can da û kesek jî birîndar bû.

Hat zanîn, ew otomobîl do seat 20:15an li nêzîkî pira Beyrutê teqiya.

Herwiha piştî teqînê Hêzên Ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê çûn cihê bûyerê û  lêkolîn dan destpêkirin.

Navenda ragihandê ya hêzên asayîşa navxwe yên Rêveberiya Xweser eşkere kir, ti pêwendiya wê bi kiryareke terorî yan êrişeke esmanî nîne.