Pakistan: Em bi Îranê re birayên hev in, lê ji bo parastina axa xwe em ê hemû tedbîran bigirin
PeyamaKurd – Piştî zêdebûna rageşiyê, Serokomarê Pakistanê Arif Alvî got ku ew bi Îranê re welatên bira ne, lê ji bo parastina axa xwe wê hemû tedbîran bigirin.
Serokomar Alvî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ew ê ji ewlehiya neteweyî û yekîtiya axa Pakistanê tawîz nedin.
Serokomar Elwî pesnê êrîşa artêşa Pakistanê ji bo ser "sitargehên terorîstan" li parêzgeha Sîstan-Belûçistana Îranê û bal kişand ser vê yekê ku Pakistan bi tevahî rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa hemû dewletan digire û ew hêvî dikin ku welatên din qanûnên navneteweyî binpê nekin.
Alvî da zanîn ku ew bi Tehranê re welatekî bira ne, lê ji bo parastina axa xwe wê hemû tedbîran werbigirin û destnîşan kir ku terorîzma ku ji bo jinavbirina wê hewildanên cîhanî hewce dike pirsgirêkek hevpar e.
Alvî amaje bi wê yekê kir ku divê pirsgirêkên bi Îranê re bi rêya diyalog û şêwirîna hevbeş bên çareserkirin.
Wezareta Karên Derve ya Pakistanê ragihand ku li parêzgeha Sîstan-Belûçistana Îranê zincîre êrîşên leşkerî yên pir bi hemahengî û bi armanca taybet li dijî "veşartgehên terorîstan" hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê li dijî "cihên xwe veşartiye" yên terorîstan rêze êrîşên hesas ên leşkerî hatin kirin û di operasyonên îstixbaratê de gelek "terorîst" hatin kuştin.
Li aliyê din Îranê ragihand ku di êrîşa bi moşekan a Pakistanê ya li ser gundekî herêma sînor de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin