Pakistan li ser kustina misilmanan Hindistanê sermezar kir
PeyamaKurd – Li ser axaftina berdevkê partiya desthilat ya Hindistanê ku di televîzyonê de heqaretê li Hz. Muhammed û jina wî Hz. Ayşe kiribû, misilmanên li Hindistanê nerazîbûna xwe diyar kirin û li gelek eyaletên Hindistanê xelkê Misilman daketin kolanan. Xelkê Misilman dema ji mizgeftê derketin û bûyerê bi aştiyane protesto kirin, hêzên asayîşa Hindistanê bi tundî êrîşê wan kirin.
Ji ber asayîşa Hindistanê bi tundî bersiva xwepêşandanên misilmanan yên aştiyane da û îro hêzên asayîşê 2 kesan kuştin û 13 kesan bi xedarî birîndar kirin, wezareta karên derve ya Pakistanê, Hindistanê bi tundî şermezar kir. Di daxwuyaniya Pakistanê de hat gotin ku hukumeta Hindistanê netewperestiya Hindûyan dike û dixwaze netewe, kêm netewe û kesên ji olên dinan derbixe derveyê civakê û jiyana wan bixe xeterê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin