Serokwezîr: Ez kustina Îsmaîl Heniyye sermezar dikim

01 August 2024 09:29 0 dîtin
Serokwezîr: Ez kustina Îsmaîl Heniyye sermezar dikim

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew ê her hewldanên provokasyonê yên ji bo têkbirina aramiya herêmê şermezar bikin.

Mesrûr Barzanî ji ber mirina Serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye ku di encama êrîşa hewayî ya li Tehrana paytexta Îranê de jiyana xwe ji dest da, li ser hesabê xwe yê platforma Xê ya medyaya civakî peyamek weşand.

Serokwezîr Batzanî di peyama xwe de got, "Ez kuştina Îsmaîl Heniyye û her hewldanên provokasyonê yên ji bo bêîstîqrara herêmê şermezar dikim."

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de herwiha daxwaz ji hemû aliyan kir ku aloziyên vê dawiyê kêm bikin û gotûbêjên cidî ji bo vegerandina aramiyê li navçeyê bikin, ku nikare aramiya zêdetir tehemûl bike.

Li Îranê Serokê Hamasê Heniyye hat kuştin

Heniyye ji bo beşdarî merasima sondxwarina Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe li Tehranê bû.

Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê di sibeha 31ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li Tehranê li dijî mala Heniyye êrîşek hatiye kirin.

Di dema ku Îran û Tevgera Hemasê Îsraîl bi kuştinê tawanbar kiribûn, rayedarên Îsraîlî derbarê bûyerê de daxuyanî nedan.

Haniye di 6ê Gulana 2017an de li şûna Xalid Meşal ji aliyê Meclîsa Şûra ya Hamasê ve weke Seroka Buroya Siyasî ya Hamasê hatibû hilbijartin.