Pakistan xwest ku 1,7 milyon Afxaniyên koçber heya dawiya mehê Pakistanê terk bikin

05 October 2023 00:11 0 dîtin
Pakistan xwest ku 1,7 milyon Afxaniyên koçber heya dawiya mehê Pakistanê terk bikin

PeyamaKurd –  Hukumeta Pakistan xwest ku 1,7 milyon Afxaniyên koçber yên ku li welatê wanin, heya dawiya mehê Pakistanê terk bikin. Wezîrê karên hundir yê Pakistanê Sarfraz Bugti ragihand; eger heya dawiya mehê terka Pakistanê nekin, dê wan bi zora hêzên asayîşê derxin derveyê sînorên xwe.

Pakistan li ser zêdebûna êrîşên li ser sînorê wan Afxanistanê sûcdar dike lê Talîban mijarê red dike.

Li gor NY; li Pakistanê 1,3 milyon koçberên Afxanî hene û ji wan 880 hezar xwediyê statuya fermîne. Li gor ragihandina BBC yê; wezîrê karên derve yê Pakistanê Sarfraz Bugti ragihandina xwe li ser koçberên ku statuya wan ya qanûnî tine, behsa derxistina wan koçberan kiriye.