Papa Francis dixwaze di meha Adarê de serdana Iraqê bike

02 February 2021 11:01 0 dîtin
Papa Francis dixwaze di meha Adarê de serdana Iraqê bike

PeyamaKurd – Papa Francis, do ji Xizmetên Nû ya Katolîk (CNS) saziya nûçeyan ya Qeşeyên Amerîkî re, li ser rêwîtiya xwe ya Iraqê axifî û diyar kir, dixwaze di meha bê ya Adarê de, serdana Iraqê bike.

Papa da zanîn: "Ez qeşeyê mirovên ku êş dikişînin im."

Francis destnîşan kir, her çiqas piraniya mirovan bi sedema pîvanên durahiya civakî ya vîrusa Korona ew ê tenê di televîzyonê de wî bibînin jî, girîng e ku mirov dê bibînin Papa hatiye welatê wan.

CNS eşekere kir, Papayê 84 salî armanc dike ku di navbera 5 û 8ê Adarê de, serdena Iraqê bike, heke pêlek nû ya giran ya belavbûna vîrusa Korona neqewime.

Patrîkê Dêra Katolîk ya Keldanî ya Iraqê, hefteya borî dabû zanîn, Papa Francis wê bi rêberê Şîa Alî Sîstanî re hevdîtinekê bike.

CNS diyar nekir, Papa pîvanên ewlehiyê nîqaş kiriye yan na.

Iraq bi sedsalan e ku ji bo civakên Kristîyan wargeh e û bi sed hezaran Mesîhî piştî gêrkirina Saddam Huseyîn, ji ber tundiya mezhebî reviyabûn.