Papa Francis li dijî komên tawanbar bang li mirovan kir

22 March 2021 11:00 0 dîtin
Papa Francis li dijî komên tawanbar  bang li mirovan kir

PeyamaKurd – Papa Francis, li dijî komên tawanbar yên rêxistî yên mîna mafyayê li seranserê cîhanê tekoşînê bikin, bang li mirovan kir.

Do Yekşemê, Papa Francis hevdem hişyarî da ku sûcdar şewba Korona bi kar tînin, da ku xwe bêtir dewlemend bikin.

Papa diyar kir: "Mafya li heremên cûrbecûr yên cîhanê hene û sûdê ji şewbê digirin, ew xwe bi gendeliyê dewlemend dikin."

Papa Francis di Yekşêmê de, roja Îtalya qurbaniyên tawanên rêxistî bi bîr tîne, li ser mijarê axifî û da zanîn: "Îro, divê em hemî qurbanan bi bîr bînin û soza xwe ya li dijî mafya nû bikin."