Parêzgerê Duhokê Elî Teter: Ji ber PKKê em nikarin herin gundên xwe
PeyamaKurd – Parêzgerê Duhokê Elî Teter li navça Amediyê li nahiya Şêladizê di ragihandina ji bo rojnamevanan de li PKKê rexne kir.
Teter ragihand ku PKK nahêlê rêvrebiriya herêma Kurdistanê xizmetê bike û ji ber hebûna PKK ê xelk nikare here gundên xwe. Teter got ku ji ber hebûna PKKê gelek proje û xebatên rê dane rawestandin. Ji ber ku ji rûyê PKK ê de ewlehî nemaye xelk nikare her gundên xwe û ber li xizmetê girtiye. Teter weha got:
“PKK nahêle van herêman pêşde herin. Xelkê herêmê nikare here gundên xwe. Ez jî ji vê derê me û nikarim herim gundê xwe. Em di komkujiya Enfalan de jî ji gundên xwe bêpar mabûn. Niha li vê derê xelk ji nekirina xizmetê aciz e. Kî qebûl dike ku PKK 40-50 sal gundê wî ji terefê PKK ê de bê îşxal kirin?
Porjeyekî me heye ku rêya wê ji Zaxo diçe heya Xelîfan a Erbîlê. Lê PKK ê rê birî û nehişt em bixebitin. Nahêlin em xizmetê bibin herêmê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin