Parlamena Iraqê li ser kustina Silêmanî û Muhendis civîna awarte li dar dixe
PeyamaKurd – Piştî kuştina Fermandarê Hêza Qûds a Pasdaran Qasim Silêmanî, Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û Cîgirê Hizbûllaha Libnanê Nayîm Qasim ji aliyê hêzên asmanî yên Amerîkayê ve karvedaneke mezin li asta Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê çêbû.
Serokwezîrê Iraqê yê ji kar hatiye xistin Adil Ebdulmehdî bertek nîşanî êrîşa Amerîkayê da û fraksiyonên bi ser Heşda Şeibî ve jî ji bo parlamenê bicivînin ketin tevgerê. Herwiha Muqde Sedr jî piştî êrîşa kuştina Silêmanî hêzên xwe xistiye amadebaşiyê û Heşda Şeibî jî gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwe.
Li ser van geşedanan Cîgirê yekem ê serokê Civata Nûnerên Iraqê, Hesen Keibî daxwaz kir, sibe Civata Nûnerên Iraqê (Parlamento) civîneke bilez encam bide ji bo genegeşekirina pirsa kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin