VIDEO | Rewsa Iraqê dîsa aloz bû: Wêneyên Silêmanî û Muhendis tên sewitandin…
PeyamaKurd – Xwepêşanderên Iraqê piştî mohleta ji bo destnîşankirina serokwezîrê nû dabûn bidawî dibe, ji nû ve derketin kolanan û Bexda di serî de li gelek bajaran rê girtin. Li gorî zanyariyên destpêkê îro 14 xwepêşander birîndar bûne.
Di protestoyan de wêneyên Fermandarê Feylaqa Qûds Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendîs ku ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibûn kuştin jî ji aliyê xwepêşanderan ve hatin şewitandin.
Hat ragihandin ku rêyên serek yên Bexdayê Muhammed Qasim û pireya Nehzeyê jî ji çûnûhatinê re hatine girtin ji aliyê xwepêşanderan ve.
Hêzên ewlekariya Iraqê bi gaza rondikrêj û bombeyên dengî destwerdana xwepêşanderan dike.
Ji xeynî Bexdayê li bajarên Necef, Kerbela, Wasit û Nasiriyê jî xwepêşandan berdewam dikin û gelek rê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin