Çar serokatiyên Iraqê: Berdewambûna rewsa aloz a siyasî bandora neyînî dike li ser hewlên nistimanî
PeyamaKurd – Çar serokatiyên Iraqê, bi mazûvaniya Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiyan.
Serokomariya Iraqê daxuyaniyek li ser civîna bi serokatiyên Encûmena Bilind a Dadwerî, Parlamentoya Iraqê û Encûmena Wezîran a Iraqê re belav kir û diyar kir, her çar serokatiyan tekez kirine ku berdewambûna rewşa aloz a siyasî bandora neyînî dike li ser hewlên niştimanî yên ji bo çespandina asayîş û seqamgîrî û parastina asayîş û silametiya welatiyan.
Herwiha her çar serokatiyên Iraqê di civînê de amaje bi pêwîstiya pêkanîna hemû pêngavan kirine ku destpêkirina gotûbêjeke aktîv û pabendbûna bi bingehên berjewendiya bilind a niştimanî û parastina aştiya navxwe û civakî pêk bîne.
Serokatiyên Iraqê di berdewamiyê de di derbarê xwepêşandanan de bal kişandine ser wê yekê ku xwepêşandanên aştiyane û derbirîna fikir û ramanan mafekî garantîkirî yê destûrî ye û divê hemû aliyan pabendî rêkar û yasa û parastina asayîşa giştî û mal û milkê giştî bin û di çarçoveya yasa û destûrî de jî muamele ligel daxwazan were kirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye eşkerekirin, di civînê de her çar serokatî di wê baweriyê de bûne ku berdewambûna qeyrana siyasî ya welat bandorê li ser rola Iraqê ya li civaka navdewletî çêdike û dibe sedema pûçkirina alîkarî û hevtêgihîştin û rêkeftinên îmzekirî yên di warên cûr bi cûr de, bi taybetî jî yên ji bo pêwîstiyên jiyanê û debara welatiyan ve girêdayî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin