Serokatiyên Iraqê ji bo Hesda Seibî û aloziya rû daye gotûbêj bikin dicivin

27 May 2021 17:14 0 dîtin
Serokatiyên Iraqê ji bo Hesda Seibî û aloziya rû daye gotûbêj bikin dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokatiyên Iraqê ji bo gotûbêjkirina aloziya di navbera Heşda Şeibî û Hikûmeta Iraqê de dicivin.

Li gorî zanyariyan Serokomar, Serokê Encûmena Nûneran, Serokê Hikûmetê û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê dicivin û behsa aloziya doh ya li Bexdayê rû daye dikin ku di encamê de artêş û Heşda Şeibî hatine hemberî hev.

Piştî ku doh Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Muslih li Enbarê ji aliyê hêzeke ewlehiyê ya Iraqê ve bi alîkariya hêzên Amerîkayê hat desteserkirin, jî alozî derketibû.

Fermandarên Heşda Şeibî ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan û nîqaş kirin û biryar hat dayîn ku ji ew fermandarê girtî yê Heşd radestî Desteya Serokatiya Heşd bibe.

Komîteyeke lêkolînê li ser vê mijarê ji Asayişa Navxweyî, Asayişa Niştimanî, Hewalgiriya Leşkerî û Asayişa Heşd hatiye pêkanîn.

Berpirsekî Heşda Şeibî bi kuştina çalakvanê Îraqî Îhab El-Wezanî li Kerbelayê tê tawanbarkirin.

Qasim Muslîh kesekî nêzîkî cîgirê berê yê Desteya Heşdî Şeibî Ebûmehdî Muhendis bû ku 3yê Çileya 2020an li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê bi Fermandarê Feyleqa Qudis a Îranê Qasim Suleymanî re ji aliyê Amerîka ve hatibû kuştin.