PDK li ser rewsa aloz a Iraqê: Pêngavên cîdî, pêwîst û bilez bavêjin
PeyamaKurd – Polîtburoya PDKê li ser rewşa aloz a Iraqê, destpêşxeriyekî nû belav kir û diyar kir: "Pêngavên cîdî, pêwîst û bilez bavêjin."
Daxuyaniya Polîtburoya PDKê wiha ye:
Derbarê rewş û aloziyên siyasî yên vê dawiyê li Iraqê de, PDKê nerazîbûn û nerehetiya xwe ya li hember vê rewş û tengezariya siyasiya Iraqê nîşan dide. Eşkere ye ku her di destpêka ragihandina encamên hilbijartinên Iraqê yên meha Cotmeha sala 2021ê de pêk hatin û ew pirsgirêk û alozî û pêşketinên piştî hilbijartinê bûn asteng li pêş damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê ya li ser bingeha destûrî ya bawerî pê hatî û li ser bingeha sîstema siyasî ya niha ya Iraqê û di encamê de welat gihîşt rewşeke siyasî ya daxistî.
Bi dîtina hestpêkirina berpirsyartiya bilind û ji bo berjewendiya welat û ji bo parastina Iraqê ji wan metirsiyên ku di qonaxa niha de rast hatine, em daxwazê ji hemû rêveberên siyasî yên li qada Iraqê ne dikin ku di asta berpirsyartiya qonaxa niha de bin û daxwaz li hemû aliyan dikin pêngavên cîdî, pêwîst û bilez bavêjin, ku gotûbêjên bi berhem û serkeftî li ser bingehê destûra Iraqê encam bidin û ji bo rizgarkirina welat ji vê rewşa çeqî ya niha derbikeve. Ji bo wê jî, ji bo encamdana proseya çaksazî û guhertinên rasteqîn û başkirina rewşa niha ya Iraqê, dikare rêkeftinek bê kirin li ser encamdana hilbijartinên pêşwext, piştî ku hemû alî rêkeftin û soza wê yekê jî bidin ku wê bi encamên dawî yên hilbijartinan, wê wekî xwe razî bibin û ezmûnên hilbijartinên berê yên Iraqê jî bi wî awayî dubare nabe.
Polîtburoya PDKê
13.08.2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin