Parlamenterê berê yê BDPê ji ber bûyerên berî 6 salan hat binçavkirin

27 October 2020 17:33 0 dîtin
Parlamenterê berê yê BDPê ji ber bûyerên berî 6 salan hat binçavkirin

PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê BDPê Îbrahîm Bînîcî û du berpirsên din ên HDPê ji ber lêpirsîna ser bûyerên 6 sal berê yên Kobaniyê hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Enqereyê ji ber bûyerên Kobanê yên 6ê Cotmeha 2014an beriya niha lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 82 parlamenter û berpirsên berê yên HDPê hatibû dayîn. Ji wan Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û Berdevkê berê yê HDPê jî di nav de gelek berpirsên HDPê hatibûn girtin.

Hat ragihandin ku îro jî li ser heman lêpirsînê ji bo binçavkirina 8 kesan li Enqere, Diyarbekir, Batman û Semsûrê polîsan bi ser gelek malan de girt û Parlamenterê berê yê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Îbrahîm Bînîcî, Endamê Meclîsa HDPê û berpirsekî din ê HDPê hatin binçavkirin.